Emmanuel Macron pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gehişt Parîsê û Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koçka Êlîzê pêşwaziya wî kir.
Peyamnêra K24ê Aware Hewramî li bernaberî Koçka Êlîzê ragehand ku Serokê Herêma Kurdistanê gehişt Koçka Êlîzê û Serokê Fransayê pêşwaziya wî kir.
Doh Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da wê yekê ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana Parîsê dike.
Herwesa di wê ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatibû ku Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dicivin û herdu alî peywendiyên Fransayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û berdewamiya arîkariyên hevpar û rewşa Îraqê û deverê bi rengekî giştî behs dikin.
Rola çêbûna peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê ji bo sala 1991ê û serdema serhildana gelê Kurd vedigere. Di wê serdemê de, Danielle Mitterrand a hevjîna serokê wê demê yê Fransayê François Mitterrand li ser astê kitekes û welatan rol di damezrandina devera aram û dijefirînê ya Herêma Kurdistanê de hebû.
Li sala 2017ê jî, piştî rûdanên 16ê Cotmehê, Fransayê rola pêşengiyê di şkandina wan berbestan de hebû yên ku li dijî Herêma Kurdistanê hatibûn danan.