Mihemed Kemal: Em dê alaya Kurdistanê li ser bingehên xwe yên Kerkûkê bilind bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê amajeyê dide wê yekê ku ew dê tevaya baregehên PDKyê li Kerkûkê werbigirin. Herwesa dibêje: PDK ji Kerkûkê veneqetiyaye, tiştê ku veqetiyabû baregehên wê bûn ne ku ew bi xwe. Herwesa tekez kir ku postê parêzgerê Kerkûkê mulkê Kurdan e û ji Kurdan jî mulkê PDKyê ye.
Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê Mihemed Kemal tevlî bernameya Basî Roj a K24ê bû û li destpêkê amaje da biryara Serok Barzanî ji bo pêşkêşkirina baregehê serkirdetiya PDKyê ji bo Zanîngeha Kerkûkê û dilxweşiya xelkê Kerkûkê bi rengekî giştî.
Paşî wî amaje da wê yekê ku wan îro baregehê xwe yê Kerkûkê wergirtiye û dê di dema kêmtir ji heftiyekê de nûjen bikin û bi rengekî fermî vebikin.
Herwesa wî ragehand ku ew dê tevaya baregeh û navçeyên xwe li Kerkûkê werbigirin û dê bizavê bikin ji bo Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk – Germiyanê jî cihekî hejî peyda bikin.
Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê herwesa got ku ew dê alaya Kurdistanê û alaya PDKyê jî li ser baregehên xwe li Kerkûkê bilind bikin. Wî tekez jî kir ku çi arêşe dê li ser wê yekê ji bo wan çê nebin.
Mihemed Kemal behsa wê yekê jî kir ku PDKyê her ji destpêka damezranidna xwe ve bawerî bi pêkvejiyanê, mafên pêkhatan û demokrasiyê hebûye. Herwesa wî amaje da wê yekê jî ku PDK dê bizavê bike pêkvejiyanê ji berî 16ê Cotmeha 2017ê baştir bike, ji bo ku hemî alî xizmeta bajarê Kerkûkê bikin.
Berpirsê Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê ew yek jî berçav kir ku PDKyê roleke giring û bandoreke baş li bajarê Kerkûkê heye. Wî hêvî jî kir ku ew bikarin di van hilbijartinan de pêgeheke baş a partên Kurdistanî çê bikin, ji bo ku bernameyeke baş danin û bikarin baştir xizmeta Kerkûkê û Kerkûkiyan bikin.
Mihemed Kemal ron kir ku PDK ji Kerkûkê veneqetiyaye, tiştê ku veqetiyabû baregehên wê bûn ne ku ew bi xwe. PDK di nav dilê hemî Kerkûkiyan de bû. Wî got: Wekî ku we dît, xelkî di nav xwenîşandanên vê dawiyê yên Kerkûkê de digot “Mala her yek ji me baregeheke PDKyê ye”.
Wî bal kişand ser wê yekê jî ku kandîdên PDKyê ji hemî pêkhat û neteweyan in, ji ber ku wî xelkî bi xwe bawerî bi bernameya PDKyê heye. Wî got ku armanca wan pêkvejiyan e û divê Kurd û Ereb û Tirkmen wekî birayan pêkve bijîn û xizmeta wî bajarî bikin, lewma jî wan lîsta xwe wesa danaye.
Mihemed Kemal li ser meseleya postên parêzgeha Kerkûkê jî amaje da wê yekê ku ew dê piştî hilbijartinan bi lîstên Kurdistanî û pêkhatan re bicivin û dê bi hev re û bi lihevkirin postan parve bikin.
Herwesa wî tekez kir ku postê parêzgerê Kerkûkê mulkê Kurdan e û ji Kurdan jî mulkê PDKyê ye. Divê PDKyê berî biha ew post wergirtiba lê ji ber 16ê Cotmeha 2017ê Kurdan û taybet PDKyê ev post ji dest dabû.
Biryar e ku li roja 18ê Berçileya 2023ê hilbijartinên Civatên Parêzgehên Îraqê bên kirin ku ji 2005ê ve ev gera yekê ya hilbijartinên civata parêzgehê ye li bajarê Kerkûkê dê bên kirin, ku tevaya lîst û aliyên cuda cuda yên Kerkûkê li ser 15 kursiyên civata parêzgehê hevrikiyê dikin.
Ji bo vê hilbijartinê, 870 hezar û 920 kesan li Kerkûkê mafê dengdanê heye, ji bo hilbijartina 15 endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê ji 248 kandîdan û ji 10 hevpeymanî û pênc lîstên serbixwe yên partên siyasî û sê kandîdên serbixwe.