Mesrûr Barzanî: Çend astengan ji bo me çê bikin û deriyan li me bigirin, em dê deriyên nû vebikin
Çend astengan ji bo me çê bikin û deriyan li me bigirin, em dê deriyên nû vebikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî merasîmên ahenga derçûyên gera 28ê ya zanîngeha Dihokê bû û gotarek pêşkêş kir. Serokwezîr di nav gotara xwe de got: Hindî astengan ji bo me çê bikin û deriyan li me bigirin, em dê deriyên nû vebikin.
Îro roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li derçû û mamosta û kesûkarên derçûyên gera 28ê ya zannîgeha Dihokê kir û hêviya serkeftinê ji bo qonaxa piştî zanîngehê ji derçûyan re xwast.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Civata Zanîngehê û mamostayên zanîngehê kir ku erkên xwe ji bo derbazkirina pêleke din a xwendekaran bi cih anîne. Herwesa wî spasiya daybabên derçûyan jî kir ku arîkarên zarokên xwe bûne ji bo temamkirina xwandinê bi rengekî serkeftî.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku zanîngeha Dihokê di şert û mercên dijwar de hatiye damezrandin û bi xweragirî û westiyana mamostayên wê roj bi roj zêdetir ber bi pêş ve diçe. Herwesa got ku îro zanîngeha Dihokê yek ji zanîngehên here baş û giring ên Kurdistanê ye û parek ji derçûyên wê li cihên cuda cuda berpirsên berçav in û xizmetê dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da wê yekê jî ku li ser astê Ewropa û Rojhilata Navîn girjî û alozî û şer berdewam in û tirsa berfirehkirina wan aloziyan jî heye. Wî ron kir ku em Kurd dizanin verêja şerî çend wêranker e û got: Lewma em daxwazê dikin ku dawî li aloziyan bê û kuştina welatiyên sivîl bê rawestandin û arêşe bi rengekî aştiyane bên çareserkirin.
Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Ger yekqebûlkirin û wekhevî û dadperwerî hebe, çavkaniyeke mirovî ya zêde li deverê heye, û ger bi rengekî baş bê îdarekirin, hingê Rojhilata Navîn dê bibe yek ji deverên pêşkeftî yên cîhanê.
Di derheqa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ron kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî bizavên xwe kirine ku mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê parastî bin û bi Hikûmeta Federal re bigehin lihevkirinê. Herwesa got: Ji bo vê meremê jî, me hemî arîkarî kirine û me erkên xwe bi cih anîne û em li bendê ne ku Hikûmeta Federal mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêze.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da wê yekê jî ku wî peywendiyeke berdewam bi Serokwezîrê Îraqê re heye, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewam serdana Bexdayê dike, dîwanên çavdêriya darayî yên herdu hikûmetan jî zanyarên pêdivî didin aliyên peywendîdar, lê heta niha jî wekî pêdivî mafên xelkê Herêma Kurdistanê û taybet mûçe nehatine çarekirin û dabînkirin.
Herwesa wî ragehand ku dê li ser bizavên xwe ji bo bidesxistina hemî mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê berdewam bin û hêvî xwast ku Bexda jî pabendî sozên xwe be û givaştinan li ser Herêma Kurdistanê bidawî bîne.
Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya xweragirî û singfirehiya xelkê Herêma Kurdistanê kir û got: Em dizanin rewşa jiyana karmend û fermanberên Herêma Kurdistanê dijwar e û ev çend meh in mûçeyên xwe wernegirtine. Divê ji bo hemî xelkê Kurdistanê ron û eşkere be ku ev hemî givaştin in ji bo ku em destan ji mafên xwe yên destûrî berdin. Me daxwaza wekhevî û pêkvejiyanê li deverê kiriye, me tenê daxwaza mafên xwe yên destûrî kiriye.
Herwesa wî got: Îro givaştinên aborî û siyasî zêdetir bûne û gelek arêşeyên destçêkirî hevrûşî Kurdistanê hatine kirin, divê hemî welatî û taybet mamosta û xwendekar haydar bin û kar bê kirin ji bo zêdetir bilindkirina hişyariya neteweyî, ji bo ku xelkê me nekeve bin bandora propagandayên neyaran û bêhêvî nebe.
Serokwezîrî herwesa got: Hindî astengan ji bo me çê bikin û deriyan li me bigirin, em dê deriyên nû vebikin”.
Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekez kir, “Hêviya me bi paşeroja gelê me bihêz e, em dê bi hev re ji vê qonaxê jî derbaz bibin û em dê Kurdistaneke bihêztir û pêşkeftîtir ava bikin”.