Elî Teter: Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyê dide zanîngehan û xwandina bilind

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Dihokê amajeyê dide wê yekê ku Dihok piştî serhildana 1991ê bûye xwediya 7 zanîngeh û 24 peymangehan. Ev jî wê yekê diyar dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet dide kertê perwerde û fêrkirinê û taybet xwandina bilind.
Îro roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, Parêzgerê Dihokê Elî Teter, di dema pêşkêşkirina gotarekê de li nav ahenga derçûyên gera 28ê ya zanîngeha Dihokê, ragehand ku damezrandina zanîngeha Dihokê yek ji destkeftên serhildana 1991ê ye. Piştî van hemî salan, niha li sinorên parêzgeha Dihokê heft zanîngeh hene.
Parêzgerê Dihokê herwesa amaje da wê yekê ku damezranidna zanîngeha Akrê li ser razîbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî destkeftekî din ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybet kabîneya nehê ye, bi vî rengî Dihok bû xwediya zanîngeha heftê jî.
Elî Teter di pareke din a gotara xwe de behsa wê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girngiyeke zêde bi warê perwerde û fêrkirinê û taybet xwandina bilind daye. Her di vê çarçoveyê de û ji bilî zanîngehan, Dihok xwediya 24 peymangehan e jî, ku wan tevan bi hezaran xwendekar hene.
Zanîngeha Dihokê li 31ê Mijdara 1992ê hatiye damezrandin, ji 20 kolîj û 69 beşên cuda cuda yên zanistî pêk tê. Di dema 31 salên borî de, 54 hezar û 445 xwendekar ji vê zanîngehê derbaz bûne, û li sala xwandinê ya 2022-2023ê jî çar hezar û 507 xwendekar derbaz bûne.