Dawid Etrûşî: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bizavê ji bo pêşxistina piroseya xwanidnê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Zanîngeha Dihokê di nav marasîmên ahenga derçûyên gera 28ê ya zanîngeha Dihokê de ragehand ku zanîngeha Dihokê navendek e ji bo avakirin û pêşxistina xwendekaran. Herwesa wî got: Zanîngeha Dihokê malek bûye ji bo çêkirina kesatiyên rewşenbîr û akademî.
Îro roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, marasîmên ahenga derçûyên gera 28ê ya zanîngeha Dihokê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatin kirin. Di nav wan merasîman de, Serokê Zanîngeha Dihokê di gotarekê de got: Îro ahenga 4507 xwendekaran e, ji 69 warên cuda cuda û ji 18 kolîjên zanîngeha Dihokê.
Wî amaje da wê yekê jî ku zanîngeha Dihokê navendek bûye ji bo avakirin û pêşxistina xwendekaran, herwesa malek bûye ji bo çêkirina kesatiyên rewşenbîr û akademî.
Serokê Zanîngeha Dihokê got: Zanîngeha Dihokê wekî navendeke akademî berdewam bizavê ji bo çaksazî û pêşveçûnê û çêkirina jîngeheke perwerdeyî û akademî ji xwendekaran re dike. Herwesa zanîngeha Dihokê pirojeyên cidî ji bo bilindkirina kalitiya xwandinê û lêkolînên zanistî çê dike.
Dawid Etrûşî herwesa got: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bizavê ji bo pêşxistina piroseya xwandinê dike û gelek xizmeta navendên xwandinê kiriye.
Zanîngeha Dihokê li 31ê Mijdara 1992ê hatiye damezrandin, ji 20 kolîj û 69 beşên cuda cuda yên zanistî pêk tê. Di dema 31 salên borî de, 54 hezar û 445 xwendekar ji vê zanîngehê derbaz bûne, û li sala xwandinê ya 2022-2023ê jî çar hezar û 507 xwendekar derbaz bûne.
