Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pirsa hilbijartinan serdana Bexdayê dike

Ebdulkerîm Xesro
Ebdulkerîm Xesro

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku şandeke Herêma Kurdistanê li ser pirsa hilbijartinan diçe Bexdayê, bi merema xweamadekirinê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê.

Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulkerîm Xesro di bersiva pirsyareke peyamnêrê K24ê de ragehand ku şandeke Herêma Kurdistanê li ser pirsa hilbijartinan diçe Bexdayê, bi merema xweamadekirinê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê.

Herwesa got: Hejmareke rêkarên kargêrî û darayî heye ji bo xweamadekirinê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, tiştên ku pêdivî bûne kirine, herwesa hevahengî bi Komisyona Bilind a Hilbijartinên Îraqê re jî kiriye, ev rûniştin jî dê berdewam bin.

Ebdulkerîm Xesrû amaje da wê yekê jî ku di çarçoveya karnameya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku çaksazî ye, kar li ser tevaya xal û bernameyên hikûmetê hatiye kirin. Yek ji wan xalan jî çarekirina pirsa rotînê ye, ku niha li Wezareta Karûbarên Civakî mijara yek pencereyê û çarekirina rotînê ye, ku pareke wê çaksaziya hikûmetê ye.

Herwesa dibêje: Pirojeya Hejmara Min û dîjîtalkirina hikûmetê pareke karnameya hikûmetê ye, ku welatî bikarin bi kêmtirîn dem û kêmtirîn xercî wan xizmetkariyan bi dest bixin ên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş dike.