Wezareta Xwandina Bilind çalakiyên Heftiya Cîhanî ya Karsaziyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Tora Cîhanî ya Karsaziyê, bi hevahengiya Rêveberiya Senterên Pêşxistina Karî (CDC) li Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî, li tevaya zanîngehên Herêma Kurdistanê Heftiya Cîhanî ya Karsaziyê radigehîne.
Îro roja Yekşemê, 12ê Mijdara 2023ê, li gor ragehandineke Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Tora Cîhanî ya Karzasiyê (Global Entrepreneurship Network, GEN-Iraq) bi hevahengiya Rêveberiya Senterên Pêşxistina Karî (CDC) li Rêveberiya Giştî ya Xwandin û Pilandanan û Lidûçûnê ya Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî, bi hevkariya Senterên Pêşxistina Karî (CDC), li tevaya zanîngehên Herêma Kurdistanê Heftiya Cîhanî ya Karsaziyê radigehîne.
Di wê ragehandinê de hatiye; bi merema bilindkirina astê hişyariyê ji bo çawaniya bicihanîna hizir û kar û pirojeyên taybet, her sal li meha Mijdarê zêdetirî 96 welatan li sernaserî cîhanê ji bo dema heftiyekê helkeft û çalakiyên cuda cuda dikin.
Li herêma Kurdistanê jî, Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî li rojên 13 heta 19 ên Mijdarê helkeft û çalakiyên cuda cuda li zanîngehên Kurdistanê dike, ku xwediyên hiziran, weberhêner û berpirsên hikûmî tevlî wan çalakiyan dibin.
Di ragehandina Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku armanca serekî ji rêkxistina wan çalakiyan peydakirina derfetê ye ji bo bicihanîna hiziran û damerandina kar û pîşeyan di warên cuda cuda de, ew jî bi rêya lihevnêzîkkirina xwediyên karan, weberhêneran û danerên siyasetê ji bo piştevaniya karsaziyê ye.