86 sal di ser bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî re derbas dibin

Seyid Riza
Seyid Riza

Navenda Nûçeyan (K24) – 86 sal li ser jenosayda Dêrsimê û bidarvekirina Seyîd Riza û şeş hevalên wî re derbas dibin. Lê hîn jî cihê gorên wan naye zanîn. Jenosayda Dêrsimê ji sala 1935 ve di çarçoveya plan û projeyê de hate kirin û Dêrsim hat valakirin.

Pêşengên Berxwedana Dêrsimê; Seyîd Riza, kurê wî Uşenê Seyîdî, Aliyê Mirzî Silî, Hesenê Îvaîmê Qijî, Hesen Axa, Findik Axa û Resik Usen, 15’ê Mijdara 1937an li Xarpêtê Meydana Genimê hatin darvekirin û li deverek nediyar hatin binaxkirin ku heta niha cihê gorên wan nayê zanîn. 87 sal berê li Dêrsimê çi bû, çi qewimî ku kalekî 74 salî tevî kurê xwe yê 16 salî hatin bidarvekirin.

Komara Tirkiyê, piştî şikandina serhildanên Şêx Seîdê Pîran û Agirî, ji bo temamkirina projeya xwe ya yek netewe, yekal û yekol berê xwe da Dêrsimê, ji ber ku Dêrsim hem Kurd bû, him jî Elewî.

Berûvajiyê serhildan û bexwedanên din yên Kurdistanê, dewleta Tirkiyeyê bi plan, bi amadekariyên çend salan û bi armanca jenosaydê, êrişî Dêrsimê kir ku hemû kiryarên ku wek jenosayd tên binavkirin li Dêrsimê hatine encamdan.

Komara Tirkiyê sala 1935 navê Dêrsimê dike Tuncelî û sala 1937 dest bi operasyonê dike. piştî çend pevçûnên dijwar, Seyîd Riza ji bo zêdetir xwîn neyê rijandin banga hevdîtinê ya hikûmetê qebûl dike û 5ê Îlonê diçe Erzinganê, lê li wê derê tê girtin û bo Xarpêtê tê şandin.

Îhsan Sabrî Çaxlayangîl ku wê Rêveberê Ewlekariya Giştiya Tirkiyê bû, ji hêla Mustafa Kemal ve bo darvekirina Seyîd Riza diçe Xarpêtê. Di birînên xwe de wiha dibêje:

“Me Seyîd Riza girt û bi jîpê bir meydana tenişt Binkeya polîsan. Dema dît ku li meydanê sêdar hatine danîn, fêm kir dê were bidarvekirin. Meydan sar bû û ti kes nebû, lê Seyîd Riza wek ku meydan tijî xelk e, berê xwe da meydanê û got; ‘Em ewladê Kerbela ne, Bêgune ne. Ev şerm e, zilm e, kujerî ye.’ serê xwe bilind kir û meşiya, benê sêdarê kir stûyê xwe, piyê xwe li kursiyê xist û xwe bi xwe bicîh anî.”

Li gor yasayên wê demê, darvekirina kesên jor 65 salî û jêr 18 salî neyasayî bû. Seyîd Riza 74 salî bû kurê wî Uşên jî 16 salî. Bo cibicîkirina bidervekirinê, temenê Seyîd Riza tê kêmkirin û temenê kurê wî tê zêdekirin û bi hev re tên bidarvekirin.

Jenosayda mezin piştî sêdardana Seyîd Riza li Dêrsimê hate kirin. Çemê Munzurê bi rojan ji xwînê sor herikî. Ji malbata Seyîd Riza 36 ku piraniya wan jin û zarok bûn tên girtin û tên gulebarankirin. Dewleta Tirkiyeyê bi firokeyan gazên jehrî li gund û geliyên Dêrsimê bikar anîn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya çend salan dabû xuyakirin, divê dewlet bi rastiya Dêrsimê re rûbirû bibe. Hevserokê HEDEPê dibêje, divê desthilat li ser soza xwe be û li gel eşkerekirina cihê gora Seyîd Riza, navê Dêrsimê jî bi fermî vegerîne.

Fly Erbil Advertisment