Pêşbînî tê kirin îsal 23 hezar tonên birincê Kurdî li sinorê Dihokê bên berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Giştî ya Çandinê ya Parêzgeha Dihokê radigehîne ku pêşbînî tê kirin berhemê îsal yê birincê Kurdî li sinorê wê parêzgehê bigehe 23 hezar tonan.
Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, Birêveberê Giştî yê Çandinê li Dihokê Ehmed Cemîl ji K24ê re ragehand, “Îsal 21 hezar donemên erdî li sinorê parêzgeha Dihokê ji bo çandina birincî hatine terxankirin û pêşbînî tê kirin berhemê îsal ê birincî bigehe 23 hezar tonan.
Wekî ku wî bi xwe behs kir, li beranberî salên 2019 û 2020ê, îsal bandora seqayî li ser berhemanîna birincî kêmtir bûye. Herwesa li beranberî herdu salên borî, hişkesalî kêmtir bûye, lewma pêşbînî tê kirin berhemê îsal ê birincê Kurdî zêdetir bibe.
Bi gotinên Ehmed Cemîl, her sal li Herêma Kurdistanê nêzî 300 hezar tonên birincê Kurdî tên berhemanîn û tenê li sinorê parêzgeha Dihokê her sal nêzî 20 heta 23 hezar tonan tên berhemanîn.
Birêveberê Giştî yê Çandinê li Dihokê dibêje, “Li nav xwe û derve daxwazeke zêde li ser birincê Kurdî heye û her sal gelek jê ji bo derve tê hinardekirin”.
Her sal birinc li mehên Nîsanê û Gulanê tê çandin û li destpêk û nîva Cotmehê tê dirûtin.