Îdareya Serbixwe ya Soranê 3 roj şîn ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber bûyera şewata li avahiyeke Soranê ku di encamê de 14 kesan canê xwe jidest dan, Îdareya Serbixwe ya Soranê 3 roj şîn li wê deverê ragihand.
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb di daxuyaniyekê de sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera şewata agir kir û ragihand, “Ji roja Şemiyê 9/12/2023an ve sê rojan şînê ragihînin.”
Diyar kir jî: “Piştî pêwendiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û li ser raspardeya cenabê wî, me komîteyeke lêkolînê ji bo lêkolînkirina bûyerê û şopandina rewşa birîndaran pêk anî.”
Duhî êvarê 8ê Berçileya 2023an agir bi avahiyeke li bajarê Soranê ket û tê de 14 xwendekar, mamosta û welatiyên din canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyek ji bo lêkolînkirina sedema bûyerê hat avakirin.