Dîndar Zêbarî: Îsal 334 dozên gendeliyê li Kurdistanê ji bo dadgehan hatine şandin

Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Di sala 2023ê de, 334 dozên gendeliyê ji bo dadgehan hatine şandin û biryarên dadwerî li dijî 77 fermanberên cuda cuda hatine derxistin.

Îro (Yekşem, 10ê Berçileya 2023ê) li Konfiransa Duyê ya Pilana Neteweyî ya Mafên Mirovan li Bexdayê, Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û tê de bal kişand ser pêngavên bicihanîna pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan û ragehand, “Hikûmet Herêma Kurdistanê ji bo parastin û pêşxistina rewşa mafên mirovan û wan maf û azadiyan kar dike yên ku di destûrî de hene. Pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan ji bo salên 2021-2025 parek ji mîkanîzma neteweyî ye ji bo bicihanîna raspardeyên navdewletî”.

Herwesa got, “Piştî ku Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê li Îlona 2021ê ew pilan pejirand, Nivîsîngeha Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî heta niha 5 raport li ser bicihanîna wê pilanê amade kirine û nêzî 60 workşop û 40 civîn û serdanên meydanî ji bo nasandina wê pilanê çê kirine”.

Ew yek jî eşkere kir ku, “Raporta dawiyê ya wê pilanê wan pêşkeftinan berçav dike yên ku di bicihanîna raspardeyan de li sala 2023ê bi dest ve hatine û astê bicihanîna wê pilanê bi rêjeya 25% li bernaberî sala 2023ê zêde bûye, wekî 22 qanûnên ku peywendî bi pilanê re heye, herwesa 27 raport, 34 daxuyanî û 93 beyanname bi Civaka Navdewletî re guhertin.

Zêbarî ew yek jî berçav kir ku, “Yadaşteke hevfehimandinê di warê dîtin û nerînan de di navbera Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Wezareta Navxwe de ji bo hêsankariya karên rojnamevanî hatiye amadekirin, destûrî jî bi 144 kenalên tilevizyonî hatiye dan ku 36 ji wan kanalên satelayt û 108 kanalên navxweyî û 155 radyo ne. Di warê binpêkirinan de jî li bernaberî rojnamevanan, lêkolîn li ser 8 dozan hatiye kirin, û bi tometa tundûtîjiyê li dijî rojnamevanan siza li ser 31 kesan hatiye sepandin”.

Di derheqa berhingarbûna gendeliyê de jî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê sitratejiya neteweyî ya berhingarbûna gendeliyê ya salên 2021-2023 pejirand, ji bo peydakirina desthilatdariyeke çalaktir û şefaftir. Di sala 2023ê de, 334 doz şandine dadgehan û biryarên dadwerî li dijî 77 fermanberên cuda cuda derxistine. Herwesa pirojeya Hejmara Min dest pê kiriye, bi vî rengî jî tevaya fermanberan li dawiya sala 2024ê dê hejmarên bankan hebin”.