Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Romanyayê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdidstanê pêşwaziya balyozê Romanyayê li Îraqê kir û danûstandin li ser bihêzkirina peywendiyên navbera her du aliyan bi taybetî di warên teknolojiya zanyarî û kertê çandinê de kirin.
Îro (Duşem, 11ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdidstanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Romanyayê li Îraqê Radu Dobre kir.
Li gor ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser dawî guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraqê û deverê û pêşxistina peywendiyên navbera Romanya û Herêma Kurdistanê de hatin kirin.
Herwesa her du alî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî taybet di warên teknolojiya zanyarî û kertê çandinê de hevnerîn bûn.