Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Kazaxistanê li Îraq û Urdinê dike
Kurdistan
Balyozê Kazaxistanê li Îraq û Urdinê
Mesrûr Barzanî
Aidarbek Toumatov
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro (Sêşem, 12ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Kazaxistanê li Îraq û Urdinê Aidarbek Toumatov kir.
Balyozê Kazaxistanê dilxweşiya xwe ji bo serdana xwe û pêşkeftin û avedaniya Herêma Kurdistanê diyar kir.
Di wê hevdîtinê de danûstandin li ser berdewamiya peywendiyên navbera her du aliyan taybet di warên weberhênan û lihevguhertina bazirganî de hatin kirin, di vî warî de amaje bi rolê berçav û bihêz ê revenda Kurd li Kazaxistanê jî hat dan.