Îrfan Kerkûkî: Tenê lîsteya PDKê berevaniyê li mafên xelkê Kerkûkê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Gelê Tirkmen bang li welatiyên Kerkûkê dike ku di roja dengdana hilbijartinên Encumena Parêzgehê de biçin ser sindoqan û dibêje: “Tenê lîsteya PDK mafê gelê Kerkûkê diparêze.”
Serokê Partiya Gel a Tirkmen Îrfan Kerkûkî îro 14ê Berçile di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Mijara hilbijartinan yek ji prensîpên mafên mirovan e, em weke partiyeke siyasî ya Tirkmenan hevahengî û danûstandinê me li gel aliyên din ên Tirkmenan heye. Emê di paşerojê de li kêleka partiyên Tirkmenî beşdarî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bibin.”
Got jî: “Em Tirkmen beşek ji xaka Kurdistanê ne, em beşek ji gelê Kurdistanê ne û em ji hev cuda nabin, em ê xaka Kurdistanê biparêzin, em ê Herêma Kurdistanê biparêzin, em ê berevaniyê li hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku hikûmeta me ye, em weke Partiya Gelê Tirkmen tekez dikin ku Kurdistan xaka me ye, biratî û pêkvejiyan mafê her kesî ye ji bo ku bikarin vê hikûmetê biparêzin.”
Îrfan Kerkûkî diyar kir jî: “Partiya Gelê Tirkmen li Kerkûkê li kêleka xelkê Kerkûkê dijî, li hemû navçeyên Tirkmenan yên li Kerkûkê ku navendên dengdanê hene, dê di roja hilbijartinê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzet û lîsteya 197, ji berk u ev lîste mafê me dabîn dike. Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berevaniyê li mafên xelkê Kerkûkê dike.”
Biryare roja 18.12.2023ê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê li Kerkûk û 14 parêzgehên din ên Iraqê bê kirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi lîsteya hejmar (197) beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Kerkûk, Neynewa û Diyalayê dibe.