Amara dawiyê; rêjeya tevlîbûnê di hilbijartinên civatên parêzgehan de ji sedî 41 bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Hilbijatinan a Îraqê radigehîne, rêjeya tevlîbûnê di her du hilbijartinên taybet û giştî yên civatên parêzgehan de 41% bû.
Roja Şemiyê, 16ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên taybet û roja Duşemê, 18ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehan hatin kirin.
Piştî nîvroya îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amara dawiyê ya tevlîbûna dengderan di her du hilbijartinên taybet û giştî yên civatên parêzgehên Îraqê de parve kir.
Li gor amarên komisyonê, rêjeya tevlîbûna dengderan 41% bû, zêdetirîn rêjeya tevlîbûna dengderan jî li parêzgeha Kerkûkê (66%) û kêmtirîn rêje jî li parêzgeha Bexda/Resafeyê (21%) bû.
Erkê civatên parêzgehan hilbijartina parêzgerî, çavdêrîkirina hikûmeta xwecihî ya parêzgehê û pejirandina pereyê pirojeyên parêzgehan e.
Rêjeya tevlîbûna dengderan di her du hilbijartinên giştî û taybetî yên parêzgehên Îraqê de:
- Kerkûk: 66%
- Selahedîn: 59%
- Enbar: 57%
- Neynewa: 53%
- Musena: 45%
- Diyala: 43%
- Besre: 43%
- Kerbela: 40%
- Babil: 40%
- Qadisiye: 38%
- Wasit: 37%
- Necef: 32%
- Zîqar: 31%
- Mîsan: 29%
- Bexda/Kerx: 32%
- Bexda/Resafe: 21%