Li Efrînê 4 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar a bi navê “Polîsa Leşkerî” roja 22 vê mehê bi ser gundê Dargirê yê li navçeya Mabeta de girt û 3 kes revandin.

Diyar kir jî, kesên hatine revandin Sebrî Mistefa Şaşo, Beşar Mihemed, Mistefa Mihemed Ehmed in. Ew hemû jî bi tometa ku pêştir pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn, hatine girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, roja 7ê vê mehê jî xortê bi navê Selah Zêno jî bi heman tometê hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku Kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin, pere, fidye û bacan ji wan distînin.