Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêya stratejîk a Korê – Şeqlawe – Qendîl vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Mijdarê, projeya stratejîk a rêya (Korê – Şeqlawe – Qendîl) û her du tunelên Mîrawe û Maweranê vebike.

Li gorî zanyariyan, ev projeya giring li gorî pîvanên herî bilind ên endazyariyê yên cîhanî û bi destê endazyarên xwemalî hatiye cîbicîkirin. Ev yek jî wek nîşaneya pêşketina şiyanên navxweyî yên di warê birêvebirina projeyên mezin ên binesaziyê de tê dîtin.

Temambûna vê rêyê di warê veguhestinê de, pêngaveke berbiçav e; ji bilî ku dê qerebalixiya rêyan û rûdanên trafîkê bi awayekî berbiçav kêm bike, dê bibe deriyekî nû û giring ê bazirganî û geştiyariyê ji bo parêzgeha Hewlêrê û seranserê Herêma Kurdistanê.