Parlamenterekî CHPê: Demirtaş bê tawan e û divê bê azadkirin

Înan Akgun Alp
Înan Akgun Alp

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterekê CHPê daxuyaniyeke balkêş di warê berdewamiya zîndanîkirina Selahattin Demirtaş de da û tevî vegêrana bîranîneke bibandor ligel dayika xwe ya wexerkirî, tekez kir ku Demirtaş bi neheqî hatiye girtin û divê di cih de bê azadkirin.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Înan Akgun Alp amaje bi viyana zêde ya dayika xwe bo Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş kir û bîranîneke şeva wexera dawiyê ya dayika xwe eşkere kir, ku çawa daxwaz ji wî kiribû ku li parlamentoyê berevaniyê ji Demirtaş bike.

Wî parlamenterê CHPê herwisa got: "Dayika min gelek ji Selahattin Demirtaş hez dikir. Wê her şev temaşeyî gotarên wî yên kevn dikir û paşê dinivistin. Wê herdem şîret li min dikirin û ji min re digot: 'Çima tu li parlamentoyê behsa Selahattin nakî?'"

Alp di berdewamiya vegêrana wê bîranîna bibandor de got: "Rojekê li ser platforma parlamentoyê min daxwaza azadkirina Demirtaş kir û min tomara gotara xwe jî bo dayika xwe şand. Her di wê şevê de dayika min wexera dawiyê kir. Hema durist herwekî ku tenê li benda wê yekê bûbe ku ez behsa Demirtaş bikim."

Wî parlamenterê CHPê tekez kir ku hêlana Demirtaş di zîndanê de birîneke kûr e di wijdana civakê de û ragihand: "Selahattin Demirtaş êşa wijdana dilê hemî dayikên Kurd e. Divê hemî kes vê yekê zanibin! Ji ber ku Selahattin bêtawan e, bi neheqî û nerewa hatiye girtin û ev gelek sal in bi zordarî di zîndanê de ye."