Zeytûnên Helebê.. Berhem pir e lê qezenc nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê, tevî ku berhema zeytûnan li gorî sala borî bi rêjeya ji sedî 14.3 zêde bûye, bilindbûna berbiçav a lêçûnên xizmetguzarî, çinîn, sotemenî û veguhastinê, ligel guherînên keşûhewayê, bûne barekî giran li ser milê cotkaran û xwediyên guvaştekan.

Rêveberê Çandiniyê yê Parêzgeha Helebê Fîras Mihemed Seîd ragihand, berhema giştî ya zeytûnê di vî werzî de gihaye 226 hezar û 284 tonan; di demekê de ku sala borî ev hejmar 198 hezar û 25 ton bû. Li gorî van amarên fermî, berhem bi giştî 28 hezar û 259 ton zêde bûye. Seîd da zanîn ku rûberê zeviyên çandî yên bi vî darî li parêzgehê 190 hezar û 420 hektar e; ji vî rûberî 184 hezar hektar bi awayê dêmî (bêav) û kêmtirî 6 hezar hektar jî bi avdanê tê çandin.

Seîd herwiha diyar kir, barana îsal tevî ku baş bû jî, ji ber kêmbarana sala borî ku bandoreke neyînî li geşebûna şaxên berdar kiribû, rê neda ku berhem bigihêje wê asta pir bilind a ku dihat çaverêkirin.

Cotkar Semîr Emûrî dide zanîn ku îsal ji ber belavbûna nexweşiyan û weşîna beşek ji berhema xwe, neçar maye dermanên biha bikar bîne. Emûrî tekez kir ku lêçûnên cotkirin û xizmetkirina daran bi qezenca dawî re li hev nayê û mexdûrên yekem cotkarên xwedî zeviyên biçûk û navîn in.

Cemîl Usman ê ku xwediyê 50 darên zeytûnê ye, da zanîn ku wî sê caran darên xwe cot kirine û ji bo cotkirina her darekê nêzîkî 80 sentan lêçûn dixwaze; ev ji bilî kirêya karkeran, xerciya veguhastin û guvaştina li kargehan e. Usman got: “Bihayê tenekeyeke zeyt di navbera 60 heta 65 dolaran de ye û dahata dawî qerebûya vî hemû ked û xerciyê nake.”

Pirsgirêk tenê li nav baxan nemane, gihane guvaştekên zeytûnan jî. Mihemed Hesano yê xwediyê guvaştekê li gundewarê Helebê diyar kir ku ew qasî zeytûnê ku digihêje ber destê wan li gorî salên asayî bi rêjeya ji sedî 30 kêm bûye, ev jî piştî du werzên lawaz ên li herêmê tê.

Hesano destnîşan kir ku zêdebûna rêjeya tirşî di zeyta îsal de girêdayî derengxistina guvaştinê û hilanîna wê di bin mercên nebaş de ye. Wî got ku nirxê tenekeyek zeyt ji 60 dolaran dest pê dike û li gorî kalîte û asta tirşiyê diguhere.

Berpirsê Beşa Zeytûnan li Helebê, Îlyas Xesan Seman ragihand ku baranên di dema çinînê de ligel bihabûna sotemenî û kirêya veguhastinê, cotkar neçar kirine ku zeytûnan li zeviyan kom bikin heta ku miqdara wê zêde bibe. Seman hişyarî da: “Hêlana berhemê zêdetirî du rojan li ciyên şil an jî li ber baranê, dibe sedema tirşbûn û xirabûna kalîteya zeytê.”

Derbarê cureyên zeytûnan de, Seman diyar kir ku li Heleb û Efrînê cureyê zeytî yê herî belav e, lê li deverên Minbic û Babê ji ber berxwedana li hember hişkesalî û nexweşiyan, zêdetir berê xwe dane çandina cureyê “Qeysî”; her wiha cureyên wekî “Soranî” û “Nîpalî” jî li herêmê hene.