Serok Barzanî bi helkefta cejna bûna Hezretê Mesîh peyameka pîrozbahiyê parve kiriye

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi helkefta serê sala nû ya Zayînî û cejna bûna Hezretê Îsa peyamek parve kiriye û pîrozbahî li Kiristiyanên Îraqê û cîhanê kiriye.

Di pareka peyama Serok Barzanî de hatiye, “Zêdebarî tekezkirina pabendiya me li ser çanda pêkvejiyanê û biratiya navbera pêkhatên Kurdistanê, ez hêvîdar im xûşk û birayên me yên Kiristiyan hemî cejn û helkeft û xweşiyên xwe bi aramî û tebayî derbaz bikin”.

 

Peyama Serok Barzanî

Bi helkefta serê sala nû ya Zayînî û cejna bûna Hezretê Îsa (Silavên Xudê lê bin), ez gerimtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî xûşk û birayên xwe yên Kiristiyan li Kurdistanê û Îraqê û cîhanê dikim û daxwaza şadî û bexteweriyê jê re dikim.

Di vê helkeftê de zêdebarî tekezkirina pabendiya me li ser çanda pêkvejiyanê û biratiya navbera pêkhatên Kurdistanê, ez hêvîdar im xûşk û birayên me yên Kiristiyan hemî cejn û helkeft û xweşiyên xwe bi aramî û tebayî bikin.

Mesûd Barzanî

24ê Berçileya 2023ê

Fly Erbil Advertisment