Ziya Petros: Rewşa Kiristiyanan li Herêma Kurdistanê li beranberî Îraqê gelek cuda ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Kesatiyekê siyasî yê Kiristiyan li Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Rewşa Kiristiyanan li Herêma Kurdistanê li beranberî Îraqê gelek cuda ye”. Herwesa dibêje, “Niha Deşta Neynawayê bûye devereka serbazî û Kiristiyanên wê deverê di nearamî û neseqamgiriyê de dijîn”.
Îro (Yekşem, 24ê Berçileya 2023ê) kesatiyê siyasî yê Kiristiyan Ziya Petros li ser rewşa Kiristiyanan di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de ji K24ê re ragehand, “Rewşa Kiristiyanan li Herêma Kurdistanê li beranberî Îraqê gelek cuda ye. Li Herêma Kurdistanê, roja bûna Hezretê Mesîh gelek bi giringî ve tê wergirtin”.
Herwesa dibêje, “Bûna Hezretê Mesîh nameyek e ji bo ku mirov bi viyan û aramî û seqamgirî pêkve bijîn, ev nameya ku Kiristiyanan bawerî pê heye li Herêma Kurdistanê berqerar e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeka zêde bi rewşa pêkhatên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê daye, taybet jî bi kiristiyanan”.
Di derheqa birêvebirina merasîman de, Ziya Petros got, “Li dever û bajar û bajarkan Herêma Kurdistanê, xelkê Kiristiyan bi aramî diçe kilêsayan, hemî rêkarên parastina aramî û ewlehiyê hatine berqerarkirin pêxemetî parastina jiyana wî xelkî ji bo ku bikarin bi azadî mersîmên xwe bikin”.
Ron jî kir, “Wesa ji bo me diyar dibe ku li Herêma Kurdistanê çend giringî bi helkeftên olî tê dan, berivajî li Bexdayê û cihên din ên Îraqê Kiristiyanan ji ber neseqamgiriya ewlehiyê derfet nîne bi awayê Herêma Kurdistanê merasîm û ahengên xwe bikin”.
Di derheqa rewşa Kiristiyanên devera Deşta Neynawayê de, wî kesatiyê siyasî yê Kiristiyanan ron kir, “Kiristiyanên Deşta Neynawayê dikarin rewşa xwe ya berî sala 2017ê ku Pêşmergeyan deverên wan diparastin bidin ber rewşa xwe ya piştî sala 2017ê, hingê gelek bi aramî li ber sîbera Pêşmergeyan jiyana xwe derbaz dikir”.
Herwesa amaje da, “Piştî nehêlana DAIŞê li deverê, Deşta Neynawayê bûye devereka serbazî, ji ber hebûna wan hêzên ku bi navên cuda cuda li wê derê hene. Ji ber wê yekê xelkê Kiristiyan nikare bi aramî li wê deverê bijî. Hatin û çûna navbera gundên Kiristiyanan ên Deşta Neynawayê bizehmet keftiye, ji ber wan zalgehên di navbera wan gundan de hatine danan.
Berî sala 2003ê, hejmara Kiristiyanên Îraqê digehişt zêdetirî milyonek û 200 hezar kesan, piraniya Kiristiyanên Îraqê ji ber rewşa nearam a Îraqê hatine Herêma Kurdistanê. Tevî ku spasdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn ku di rewşeka giran a aborî û şerê DAIŞê de ew hewandibûn, lê gelek ji wan neçar bûn ji Kurdistanê derbikevin û biçin welatên rojavayê. Niha li dû wan zanyarên ku hene, 300 heta 400 hezar Kiristiyanan li Îraq û Herêma Kurdistanê mane.