Çar bazirganên madeyên hişber di navbera Dihok û Zaxoyê de hatin girtin

Madeyên Hişber
Madeyên Hişber

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Birêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber li Dihokê girtina toreka bazirganên madeyên hişber ragehand.

Êvara îro (Yekşem, 24ê Berçileya 2023ê) hêzên Birêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber li Dihokê bi hevahengiya Asayîşa Qezaya Sêmêlê li nav tunela Zaxoyê çar bazirganên madeyên hişber girtin.

Çavkanieyka ewlehiyê ji K24ê re eşkere kir, “Ew bazirganên madeyên hişber çekdar bûn û di dema bizava girtina wan de berhingarî hêzên ewlehiyê bûn, lê hêzên wan bisilamet in û her çar bazirganên çekdar girtine”.

Li dû amareka Birêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber, di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heşt hezar û 894 kes bi tometa madeyên hişber hatine girtin. Ji wê hejmarê jî, 1849 kes Bazirganên madeyên hişber bûn.