Cotyar Adil: Şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Navenda Nûçeyuan (K24) – Serokê Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hejmareka medyayên Erebî re di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Pêşbînî tê kirin di vê demê de şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike”.
Îro (24ê Berçileya 2023ê) Serokê Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragehand, “Danûstandinên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê berdewam in, armanca me bicihanîna destûrî û federalîzmê ye, pêşbînî jî tê kirin ku careka dî şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û li ser hejmareka pirsên qanûnî yên budce, mûçe, petrol, gaz û deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê danûstansinan bike”.
Serokê Fermangeha Medya û Zanyaran di derheqa budceyê de got, “Em tekezê li ser şandina pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê dikin, ku di qanûna pejirandî ya budceyê de hatiye û di dema borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi cih anîne, giring e ev pirs bi mijarên siyasî ve neyê girêdan û bê çarekirin”.
Cotyar Adil behsa qanûna îdarekirina darayî kir ku di madeya 29ê de dibêje, “eger parêzgehek an herêmek dahatên xwe radest neke, dê ji ber budceya wê bê birîn”. Ev qanûn e û ew pirs çare kiriye, yanî divê bê bicihanîn. Lê mixabin tenê tekez li ser radestkirina dahatan tê kirin û ew qanûn hatiye piştguhxistin”.
Cotyar Adil di derheqa hilbijartinan Herêma Kurdistanê de ragehandiye, “Hikûmeta Herêma Kurdisatanê dixwaze hilbijartin di dema xwe de bên kirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xwe hemî hêsankarî tekez kirine ji bo ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin. Hikûmeta Herêma Kurdisatnê ji bo wê meremê biryara hêsankarî û pilanên hilbijartinan ji bo tevaya dezgehên peywendîdar giştandiye.