Barzan.. Bi amadebûna Mela Mistefa Barzanî cejna jidayîkbûna H.z Mesîh hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Bêdyalê yê devera Barzan merasîmeke taybet bi salvegera jidayikbûna hezretî Mesîh hat kirin û Mela Mistefa Barzanî bi nûnertiya Serok Barzanî tê de beşdar bû.

Gundê Bêdyalê yê li devera Barzan ku xelkê wê Xiristiyan in, hemû bone û cejnên xwe bi azadî pîroz dikin û xelkê deverê jî rêz li baweriyên wan digirin.

Pêkvejiyana olî li devera Barzan xwedî rîşeyeke kûr e û Xiristiyanên wê herêmê hertim beşdarî şoreşên Kurdî bûne û ji bo wê jî qurbanî dane.