Xiristiyan Herêma Kurdistanê weke penageheke ewle dibînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 2003an, li Kerkûkê 40 welatiyên Xiristiyan di encama kiryarên terorîstî de hatine kuştin. Ne aramiya rewşa ewlehiyê bûye sedem ku gelek malbatên Xiristiyanî koçberî Herêma Kurdistanê yan jî derveyî welat bibin.
Taxa Elmas a Kerkûkê yek ji taxên herî Xiristiyanan e, ji bo rojbûna Îsa Mesîh ti amadekariyên mezin lê nehatine kirin, tenê hinan bi lêxistina dahol û zurneyê vê cejnê pîroz kirin.
Çîroka pêkvejiyana welatiyên Xiristiyan û Misilman li vî Kerkûkê xwedî dîrokeke dirêj e. Xewla Misilman e û Sîlva jî Xiristiyan e û bi salan e li Kerkûkê bi hev re dijîn, lê nearamiya rewşa ewlehiyê di van salên dawî de, gelek Xiristiyanî neçar kirine ku koçber bibin û niha tenê du malbatên Xiristiyanan li vê taxê mane.
Welatiya taxa Elmasê Sîlva Wahîk dibêje: “Em di cejnê de kolîçe û xwarinên taybet çêdikin, lê ya herî girîng dara Krîsmisê ye, ji ber ku ji bo me wateyeke wê ya taybet heye.”
Xewla Cemîl jî Misilman e û xelkê heman taxê ye dibêje: “Em li vê taxê Xiristiyan û Misilmanan bi hev re dijîn, piraniya dema xwe bi Xiristiyanan re derbas dikin. Lê mixabin ji ber rewşa welat, hemû koçber bûne.”
Piştî çend salan ji teror, gef û êrîşên DAIŞê, Xiristiyan hîn jî xwe li Iraqê ewle nabînin. Ji bo Xiristiyanan, biryarnameyek serokatiya Iraqê ku Kardînal Luîs Sako ji kar dûr xist, gavek din bû ber bi perawîzxistina wan e.
Serokê Dêra Kildanî ya Kerkûk û Silêmaniyê Metran Yûsif Toma got: “Serokkomarê Iraqê bêyî sedem biryara komarê ji Patriyerk Luîs Sako vekişand. Em weke Xirîstiyanan hest dikin ku em bi pêleke din a zilmê re rûbirû ne.”
Ji piştî sala 2003ê ve, 40 Xiristiyanî li Kerkûkê hatine kuştin û ji ber wê jî beşek ji malbatên wan koçberî derveyê welat bûne yan jî Herêma Kurdistanê weke penageheke ewle hildibijêrin.
Beriya şerê sala 2003an, hejmara Xiristiyanan li Iraqê zêdetirî 1.8 milyon kesan bû, lê niha tenê ji sedî 20 ji wan li Iraqê mane û piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne.