Li gorî amarên TÛÎKê li Bakurê Kurdistanê jin ji mêran zêdetir dijîn

Diyarbekir (K24) – Saziya Amarên Tirkiyeyê (TUÎK) lîsteya parêzgehên ku jiyên xwecihên wan herî dirêj in eşkere kir. Li gorî amaran, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêje 78.0 e.
Peyamnêrê K24ê ragehand, li gorî wê raportê, rêjeya jiyên mêran 75,3 û ya jinan 80,7 hatiye tomarkirin.
Li gorî amarên ku hatine parvekirin, li gelemperiya bajarên Bakurê Kurdistanê, temenê jinan bi qasî 7 salan ji temenê mêran zêdetir e.
Di nav amarên TUÎKê de, rewşa bajarên Bakurê Kurdistanê bi vî awayî ye:
Diyarbekir: Jin 81.05, Mêr 75.05
Agirî: Jin 79.6, Mêr 74.1
Êlih: Jin 81.5, Mêr 75.4
Çewlig: Jin 82.1, Mêr 76.5
Bedlîs: Jin 81.0, Mêr 74.8
Xarpêt: Jin 81.4, Mêr 76.11
Dîlok: Jin 79.0, Mêr 73.8
Colemêrg: Jin 80.1, Mêr 74.3
Qers: Jin 80.8, Mêr 75.1
Mêrdîn: Jin 81.8, Mêr 76.7
Mûş: Jin 80.6, Mêr 75.4
Sêrt: Jin 816, Mêr 74.7
Dêrsim: Jin 84.1, Mêr 77.0
Riha: Jin 80.6, Mêr 74.5
Şirnex: Jin 82.3, Mêr 74.4