Pispor Nacî Gorur hişyariyê ji erdhejeke tund li Dêrsim û Pulumurê dide

Diyarbekir (K24) – Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur ku piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan bi taybetî li ser xetên dagirtî yên li Dêrsim û Pulumurê rayedaran hişyar kiribû, piştî erdheja ku duh li navçeya Pulumurê ya ser bi Dêrsiman Bakurê Kurdistanê veçêbû; hişyariya xwe dubare kir.

Duh ji aliyê Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ve hatibû ragihandin ku saet di 16:28an de li navçeya Pulumurê ya Dêrsimê, erdhejeke bi hêza 4.2 çêbûye û kûrahiya wê jî bi qasî 8,7 kîlometiran e.

Li ser vê erdhejê, pisporê erdhejê Nacî Gorur hişyariya xwe ya ji bo Dêrsimê dubare kir û di ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî re ev peyam parve kir:

“Hevalino, li Silêmanuşagiya Pulumurê, erdhejeke bi hêza 4.2yan çêbû. Wekî tê zanîn, ev erdhej li ser xeta Yedîsuyê ango li ser xeta ku em herî zêde balê dikişînin ser û em herî zêde jê ditirsin çêbû. Ev xet amade ye ku bişikê û erdhejeke di ser 7an de peyda bike. Ev demek bû ku min bal dikişand ser Dêrsim û Pulumurê. Min vê sibehê jî gotibû. Divê ji bo qadên niştecihiyê baldarî hebe û bergirên pêwîst bên girtin. Em bajarên ku li hember erdhejan berxwedêr bin dixwazin.”

Ev yek piştî wê tê, di rojên dawî de li bajar û deverên Bakurê Kurdistanê gelek erdhej rû dibin. Herî dawî duhî li devera Pulumurê ya Dêrsimê erdhejek bi hêza 4.2 rû bûn.

Fly Erbil Advertisment