Li Kerkûkê ji ber teqîna gaze dayikek û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûkê di encama teqîna tebaxeke gazê de, dayikek û 2 zarokan jiyana xwe jidest dan.
Peyamnêrê K24ê, şeva borî li gundê Helwat ê li navçeya Zabê li başûrê Kerkûkê, ji ber teqîna tebaxeke gazê, banê malekê hilweşiya, dayîkek û du zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Jêderekî polîs ji K24ê re ev bûyer piştrast kir û got: Bûyer ji ber teqîna butleke gazê bûye, ne terorîstî.