Jineke Kurd bi derfetên xwe kargeha ûtîkirinê li Stenbolê vekiriye

Stenbol (K24) – Hûlya Oksûz, jineke karsaz ku xelkê Çewila Bakurê Kurdistanê li Stenbolê bi derfetên xwe kargeha ûtîkirinê vekiriye. Hûlya ji Kurdistan24 re dibêje, malbata wê piştevaniya wê kiriye û ew hewil dide karê xwe berfirehtir dike.

Hûlya Oksûz, dayika 2 zarokan e ji Çewlika bakurê Kurdistanê ye, berya salekê li Gazîosmanpaşaya Stenbolê, bi piştgiriya malbata xwe kargeheke ûtîkirinê durst kiriye. Hûlya Oksüz bi vê yekê têr nebûye,  dixwest karê xwe berfireh bike, dest bi xizmeta kesên  ji utîkirinê hez nakin, kir. Bi pergala ava kiriye cil û bergên ku ji malan ten ûtî dike û dide xwediyê wan.

Hûlya Oksûz dibêje: “Kargeha bavê min a cil û caw hebû û bi salan e ez di vî karî de bûm. Min ji malbata xwe re got ez ê kargeha xwe vekim û wan jî piştgirî da min. Ji ber vê yekê min ev kargeha Ûtîkirinê ya ku hûn dibînin vekir. Ez lihel15 kesan re dixebitim û ez jî ji utîkirinê jî hez nakim. Gelek jin û mêrên wek min hene, Min ev yek kiriye derfetek û kargeheke wiha vekir.”

Karkerên di kargeha Hulya Oksuz de kar dikin diyar dikin, ew ji revebera xwe kêfxweş in û bi saya wê ji karê xwe hez dikin.

Karker Cemîl Nasan dibêje: “Xwedîya karê me kesekî pir başê. Ev 3 sal in ez li vir dixebitim û tu carî en aciz nebûne. Em li vir wek malbatê ne. Ew di her tiştî de alîkariya me dike. Ger em nexweş bibin an di rewşek din de bin jî, ew her dem bi me re ye. Wekî xebatkaran em jî dixwazin karsaziya me hîn bêtir mezin bibe.

Hûlya Oksûz ev nêzî 3 salan e, ev kargeh vekiriye, bi xizmeta ku li ser înternetê pêşkêş dike ji aliyê welatiyan ve tê pêşwazîkirin. Oksûz dixwaze karê xwe berfireh bike û li seranserê Stenbolê belav bike.