Keça Simkoyê Şikak koça dawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hedoya keça Simkoyê Şikak ku yek ji pêşengên têkoşîna rizgarîxwaz a netewî a Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ye li bajarê Wanê koça dawî kir.
Hedoya Simko duhî 7ê Berçileya 2024an li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di temenê 100 saliya xwe de koça dawî kir.
Hedoya Simko demek e ji ber têkçûna gurçikan li beşa çavdêriya hûr a bijîşkî li Nexweşxaneya Herêmî ya Wanê dihat dermankirin.
Hedoya Simko dê îro li bajarokê Qelqeliyê bi axê were sipartin.
Simayîl Axayê Şikakî (Simkoyê Şikak) di sala 1887ê li bajarê Urmîye yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Simko, ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên milletê Kurd di sala 1905an li hemberî Îranê dest bi serîhildanê kir û nêzî 25 salan dom kir.
Simkoyê Şikak di 21ê Tîrmeha 1930an de li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi pilana Riza Şah ji alîyê hêzên Dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.