4 cure nanên Diyarbekirê bi fermî tên qeydkirin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, bi serlêdana saziyên pîşeyî; 4 cure nanên Diyarbekirê dê bi awayekî fermî li ser navê bajêr bên qeydkirin. Berpirsên Qada Nanpêjiyê yên Diyarbekirê, ji bo serlêdanên qeydkirina cureyên nanî kêfxweş in û dixwazin ku bi vê gavê re nanê Diyarbekirê li hemû deveran bê naskirin.
Wekî piraniya welatên cîhanê, li Diyarbekirê jî çanda xwarina nanî; bi sedan sal in bê navber berdewam dike. Bi serlêdanên saziyên pêwendîdar tê payîn ku di nav 3 mehan de, 4 cure nanên ku li nanpêjxaneyan tên çêkirin, li ser navê Diyarbekirê bên qeydkirin. Nanpêjên Diyarbekirê ku bi dehan sal in vî karî dimeşînin, vê gavê erênî dibînin û dixwazin di vî warî de xebatên zêdetir bên kirin.
Nanpêj Mehmet Cevîzlî: “Em 20 sal in vî karî dikin. Nanê me bê qeydkirin dê gelek baş bibe. Ji bo me jî dê baş bibe ji bo Diyarbekirê jî dê baştir bibe.”
Nanpêj Wedat Demîrtaş: “32 sal in em karê nanpêjiyê dikin. Em rojê 10 torbe ard hevîr dikin ku ev jî dike 1000 nan. Niha 4 cure nanên me tê qeydkirin. Em ji berpirsên qada nanpêjiyê dixwazin ku ev hejmara nanên qeydkirî, derkeve 10 an 12 cureyan.”
Yek ji nanên ku bên qeydkirin, Nanê Çaqil e. Ev nan di teşeyê berîkan de tê çêkirin da ku mirov bikaribin xurekan bikin nav û bi hêsanî bixwin. Nanê Taxê, ji hevîrê malê tê çêkirin. Lewra pehtina nanî ya di tenûran de bi demê re cihê xwe daye vê çandê û êdî bi piraniya kevaniyan, nanê xwe li nanpêjxaneyên taxan didin pehtin. Nanê Neynûkî, bi tiliyên hosteyan; bi nexşên hûr tê teşedayîn. Nanê dawî jî Nanê Loş ê Paşa ye ku nanekî nîvtenik e. Welatiyên Diyarbekirê jî kêfxweş in ku dê nanê bajêr ê navdar li her deverê bê naskirin.
Welatî Mahmût Kaya: “Dema nanê me yê Diyarbekirê û navê wê bê qeydkirin û di cîhanê de bê naskirin, em ê pê gelek kêfxweş bibin. Ev ji bo me serbilindî ye. Jixwe nanê Diyarbekirê li seranserê Tirkiyeyê jî û li cîhanê jî xwedî navekî ye.”
Bi serlêdanên sazî û dezgehên pîşesaziyê, heta niha 48 cure xwarinên taybet ên Diyarbekirê li ser navê bajêr hatine qeydkirin. Piştî nanê Diyarbekirê, ji bo 26 xwarinên din jî dê serlêdan bê kirin.