Pêleke nû ya berfbarînê li hin deverên Bakurê Kurdistanê vegirtiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke nû ya berfbarînê li hin deverên Bakurê Kurdistanê vegirtiye. Li Mûradiye û Erdexanê hejmarek otombêl di rêyan de ase man û rêyên gelek gundan ji berfê hatine girtin.
Li navçeya Muradiye ya Wanê, ji ber barîna zêde ya berfê hejmareke otombêl di rê de ase man. Li Erdexanê jî berf û pûk bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike û rêyên hejmareke zêde gundan hatine girtin. Li navenda Wanê jî, berdestê sibe baranê cihê xwe daye berfê û pileya germê jî daketiye jêr sifrê.
Welatî Metîn Îtah dibêje: “Di van rojan de diviya bû gelek berf li erdê biya. Mixabin heta niha nehat. Hêvî dikim berfa îro berdewam be û bo me berketê bîne. Ji bo cotyaran û berhemdaran berf gelek girîng e.”
Seqanasiya herêma 14, pêşbînî dike bandora berfê roja pêncşemê cihê xwe bide sermayeke dijwar û qeşayê. Li navçeya Kanîreşa Çewlîgê, bi rawestana berfê re dest bi paqijkirina berfê hatiye kirin.
Karmendê Şaredariyê Metîn Bîngol dibêje: “Heftiyek berê berfeke baş barî. Pişt re me dest bi paqijkirina navenda navçe û taxan kir. Yek hefteye karê me didome. Her roj em 40-45 barhilgir berfê derdixin derveyî navenda navçeyê.”
Li hin deveran berf zehmetiyan dirust bike jî, li deşta Mûşê hê jî berf nebariye. beşeke ajeldar li derve ajelên xwe diçêrinin.
Ajeldar Yavuz Tektîmur got: “Em digihin naverasta Çileyê. Hê li erdê berf nîne. Em vê yekê niha wek derfetek bikartînin. êmên ajelan, ceh û ka pir giran bûye. Ji bo zêde lêçûn nebe, em pezên xwe diçêrînin.”
Barîna berfê negihiştiye asta salên berê. Welatî çaverêya zêdetir berfê dikin, eger na, bandora hişkesalî ya salên berê, dê îsal zêdetir karîgeriya xwe nîşan bide.