PYD keçikekê direvîne û malbata wê jî daxwaza eşkerekirina çarenivîsa wê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Keçikeka Kurd a sinêle li taxa Şêx Meqsûdê ya parêzgeha Helebê ev du meh in ji aliyê tevgera Ciwanên Şoreşgêr a girêdayî PYDyê ve hatiye revandin û heta niha jî winda ye. Malbata wê keçikê daxwazê ji rêkxistinên navxweyî û navdewletî dike ku givaşitnan bixin ser PYDyê ji bo ku çarenivîsa keçika wê eşkere bike.
Stêr Ehmed Ebdulselam a 14 salî ev du meh in li taxa Şêx Meqsûdê ya parêzgeha Helebê ji aliyê hêzên tevgera Ciwanên Şoreşgêr a girêdayî PYDyê ve hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wê diyar nîne.
Dayika Stêrê Cengê Îbrahîm îro (Pêncşem, 11ê Çileya 2024ê) ji Helebê taybet ji K24ê re ragehand, keçika wê xwendekar bû û di dema dewama dibistanê de hatiye revandin, piştî hingê jî li dû wê çûne û peywendî bi bingeh û hêzên ewlehiyê kiriye ji bo ku zanyaran li ser windabûna keçika xwe bizanim, lê bê feyde bû.
Cengê Îbrahîm ron jî kir ku, ev dema 55 rojan e keçika wê hatiye revandin û heta niha çi xeberekî ji wê nizanin û winda ye. Herwesa got ku, serdana her dezgeheka ewlehiyê li devera Şehbayê û li Heseke û Qamişlo û cihên din dikin, lê dibêjin ku ew haydarî keçika wan nînin.
Cengê Îbrahîm behsa wê yekê jî kir ku, hevalên Stêrê dîtiye dema ku keçika ew hatiye revandin. Herwesa got, ji hingê ve ku keçika wan hatiye revandin, mala wan li wan bûye dozex.
Daxwaz jî ji Rêveberiya Xweser kir ku keçika wê jê re vegerînin ji ber ku ew keçika wê ya mezin e û ya çekdariyê nîne, belkî ya xwandinê ye. Ji bo wê meremê jî daxwaz ji rêkxistina mafên mirovan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî kir ku lidûçûnê ji bo doza keçika wê bike.