Supaya Pasdarên Îranê berpirsyariya xwe li hember êrîşa li ser Hewlêrê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşa li ser Hewlêrê girt ser xwe û aşkere kir ku êrîş bi mûşekên balîstî hatiye kirin.
Supaya Pasdarên Îranê derengiya şeva Duşemê (15.12.2024) ragihand, wan êrişeke mûşekî li ser bajarê Hewlêrê kiriye.
Di daxuyaniyekê de, Supaya Pasdarên Îranê got ku êrîş bi mûşekên balistî pêk hat ku çend cih armanc kirine, bihane jî wek tolhildana êrîşa vê dawiyê ya li ser wî welatî girtiye.
Her di vê derbarê de, jêderekî ji K24ê re ragihand, di êrişa ser Hewlêrê de, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 5 welatiyên din jî birîndar bûne. Herwiha ziyanên madî jî gihîştiye hejmarek mal û milkên welatiyan.