Xemîs Xancar: Ez êrîşa li ser Hewlêrê bajarê pêkevjiyan û aştiyê şermezar dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Siyada êrîşa mûşekî ya Spaya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê şermezar kir û got, ev yek binpêkirineke cidî ye ji serweriya Iraqê re.

Serokê Hevpeymaniya Siyada Xemîs Xencar îro sêşemî 16.01.2024an di daxuyaniyekê de got: “Ez bi tundî êrîşa li ser bajarê Hewlêrê, bajarê pêkvejiyan û aştiyê şermezar dikim.”

Xancar got: “Ez vê binpêkirina giran a serweriya Iraqê şermezar dikim û piştgiriya pêngavên hikûmeta Iraqê bo lêkolînkirina bûyerê dikim.”

Şeva borî (Duşem, 15.01.2024) çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Piştre Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand,  “Roja 15-16ê Çileya 2024an demjimêr 23:30ê Supaya Pasdarên Îranê bi çend mûşekên balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê bombebaran kirin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên opozîsyona Îranê bûye. Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina li ser Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”

Diyar kir jî, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”

Fly Erbil Advertisment