Li Xarpêtê erdhejek çê bû

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) – Rêveberiya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çê bûye.

Rêveberiya AFADê ragihand ku îro (Pêncşem, 18.1.2024) seet 15:59 li Xarpêtê erdhejek bi hêza 3.6 çê bûye.

Herwesa AFADê ragehandiye ku kûrahiya vê erdhejê wekî 7.34 kîlometir hatiye pîvan.

Vê sibehê li navçeya Yahyaliyê ya ser bi parêzgeha Qeyserê ve jî erdhejek bi hêza 4.0 çê bûbû.

Fly Erbil Advertisment