Hewlêr.. navên Jîna û Pêşrew li ser heşt zarokên nûbûyî hatin danan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li tevaya bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê xelk hevxemiya xwe ji bo karesata Hewlêrê diyar dike, li Nexweşxaneya Jinan û Zarokbûnê ya Hewlêrê jî heşt zarok bi navên Jîna û Pêşrew hatin binavkirin.
Li Nexweşxaneya Jinan û Zarokbûnê ya Hewlêrê heşt zarok, ku piştî êrîşên moşekî yên Îranê yên li ser Hewlêrê hatine ser dinyayê, bi navên Jîna û Pêşrew hatine binavkirin. Sê ji wan zarokan bi navê Pêşrew hatine binavkirin û pênc jî bi navê Jîna.
Birêvebera Nexweşxaneya Jinan û Zarokbûnê ya Hewlêrê Şadan Şêrwan ji K24ê re ragehand, “Daybabên wan zarokan bi pêşniyara me û bi heza xwe razî bûn ku zarokên xwe bi van her du şehîdan binav bikin, ev jî bersivek e ji bo dijminan ku bizanin îradeya gelê me gelek bihêz e”.
Kesûkarên zarokên nûbûyî yên ku zarokên xwe bi navên Jîna û Pêşrew bi nav kirine dibêjin, “Wekî wefayekê ji bo şehîd Pêşrew û Jînaya kiça wî, herwesa ji bo zindîhêlana navên wan, me zarokên xwe bi wan bi nav kirin”.
Ev di demekê de ye ku Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.