Yûsif Sebrî: Îran bizavê dike rolê çalak ê Herêma Kurdistanê li deverê nehêle

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekerekê siyasî amajeyê dide, “Îran bizavê dike ku rolê çalak ê Herêma Kurdistanê li deverê nehêle”. Herwesa dibêje, “Li dû qanûna navdewletî, divê Civaka Navdewletî bergiriyê ji Herêma Kurdistanê bike”.
Şirovekerê siyasî Yûsif Sebrî îro (Înî, 19.1.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Hewlêr wekî paytexta Herêma Kurdistanê derbirînê ji bajarekê sivîl, pêkvejiyanê û sedema seqamgiriyê li devera Rojhilata Navîn dike, lewma Komara Îslamî ya Îranê wê dike armanc û bizavê dike rolê wê yê erênî di çarekirina arêşeyên Îraqê û deverê de nehêle”.
Yûsif Sebrî herwesa amaje da, “Îran berdewam bizavê dike îradeya siyasî ya Herêma Kurdistanê bişkêne, xasma ku Herêma Kurdistanê berhev nîne xwe bide destê çi gefên siyasî, ewlehî, serbazî, aborî û her gefeka dî”.
Wî şirovekerê siyasî herwesa got, “Li dû qanûna navdewletî, ew êrîşa Îranê kiriye ser Hewlêrê dijminkarane ye û Civaka Navdewletî erkdar dike ku rengvedanên tund li beranberî wê hebin”.
Navbirî ron jî kir, “Ya ku Îran li beranberî Herêma Kurdistanê dike, li dû qanûna navdewletî, her eynî wê êrîş û destdirêjiya Îraqê ye ya ku li sala 1990ê kiribû ser Kwêtê û paştir rengvedanên navdewletî li dû xwe anîbûn”.
Ev di demekê de ye ku Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.
Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.