Serbest Lezgîn: Îran bi hinceta derew û bêbingeh welatiyên me şehîd dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Buroya Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê dibêje, Îranê hertim bi hincetên ‘derew û bêbingeh’ xelkê Herêma Kurdistanê şehîd dike.  Got jê: “Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji nakokiyên Rojhilata Navîn.”

Berpirsê Buroya Rêxistina PDKê li Hewlêrê Serbest Lezgîn di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Armanca êrîşên berdewam ên bi dronan an bi mûşekên balistîk li ser Herêma Kurdistanê û Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, têkdana firokexaneyê û rawestandina proseya pêşketin û avakirina Herêma Kurdistanê ye.”

Serbest Lezgîn got: “Me li Herêma Kurdistanê hertim hewl daye ku baştirîn pêwendiyên me bi welatên cîran re hebin. Em ti carî nebûne beşek ji wan nakokiyên ku hertim li Rojhilata Navîn hebûne. Em her dem bûne faktora aramiya navçeyê.”

Herwiha got jî: “Akoziyên niha yên li Rojhilata Navîn, bandoreke nerênî li ser gelek welatan kiriye, di nav de jî Herêma Kurdistanê. Bi taybet di dema dawî de hinek welatên cîran bi behaneyên bêbingeh bi eşkere êrişî Herêma Kurdistanê dikin.”

Berpirsê Buroya Rêxistina PDKê li Hewlêrê got: “Di demên dawî de Iraq û Îranê rêkeftineke ewlehiyê îmze kirin. Herêma Kurdistanê jî roleke wê ya sereke di rêkeftinê de hebû. Bi rêya rêkeftinê me karî metirsî û nîgeraniyên Îranê yên li ser ewlehiya navçeyên sînorî nehêlin û rewşeke nû derketiye holê. Lê Îran bi hincetên bêbingeh û derew sivîlên me dikuje û welatê me mûşekbaran dike.”

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.

Fly Erbil Advertisment