Çînên cuda yên Zaxoyê êrîşa Îranê li ser Hewlêrê şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Zaxo îro 21ê Çileya 2024an bi hezaran welatî li dijî êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê kom bûn e û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ji K24ê re got: “Xelkê Zaxo dixwaze peyamê bidin cîhanê ku em miletekî aştîxwaz in û em aştiyê dixwazin. Êrîşa li ser welatiyên Hewlêrê êrîşeke terorîstî ye.”
Herwiha got: “Di kombûna îro de, dê peyamek ji aliyê nûnerên xelkê Zaxoyê ve,ji nûnerên Netewên Yekgirtî, Hikûmeta Iraqê û cîhanê re were şandin.”
Li bajarê Zaxoyê ji bilî Kurdan, hinek Kiristiyanî jî beşdarî xwepêşandanê bûn û yek ji wan welatiyên Kiristiyan dibêje: “Kurdistan hertim cihê pêkvejiyana aştiyane bûye û li dijî ti netewe û pêkhateyekê nebûye, ji ber wê jî êrîşên li ser Hewlêrê ne rewa û bê bihane ne.”
Welatiyekî din ê ku beşdarî xwepêşandanê bûye got: “Yên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin, li dijî aştî û pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye, ne.”