Bextyar Talebanî: Moşekbarankirina Hewlêrê ragehandina şerî ye li bernaberî Herêma Kurdistanê

Bextyar Talebanî
Bextyar Talebanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekarekê siyasî yê Kurd dibêje, “Moşekbarankirina Hewlêrê bi moşekên Balistî ragehandina şerî ye li bernaberî Herêma Kurdistanê, tenê ji ber ku Herêma Kurdistanê neçûye bin hejmon û desthilata Îranê”.

Şirovekerê siyasî Bextyar Talebanî îro (Yekşem, 21.1.2024) li ser êrîşa bêbehane ya artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê ji K24ê re amaje da, “Ew êrîşa Îranê bi moşekên Balistî kiriye ser Hewlêrê ragehandina şerî ye”.

Li ser helwesta Hikûmeta Îraqê li beranberî wê êrîşê jî, wî şirovekerê siyasî got, “Helwesta Hikûmeta Îraqê erênî bû, tevî ku ew hikûmet di çarçoveya hevahengiyê de hatiye pêkanîn ku rasterast û nerasterast Îran piştevaniya wê dike”.

Herwesa got, “Ku Serokwezîrê Îraqê êrîşên bêbehane yên Îranê şermezar dike û tometên wê nerast derdixe, nûneratiya çarçoveya hevahengiyê jî dike, ev amajeyê dide wê yekê ku bêdengiya wan (çarçoveya hevahengiyê) li ser wê êrîşa Îranê kiriye ser Hewlêrê nîşana razîbûna wan e, nabe daxwaz ji wan bê kirin ku ji Kurdan Kurdtir bin, ew xwediyên îrade û sitratejiya xwe nînin, ew li bin desthilat û hejmona Îranê ne, wergirtina helwestan li beranberî wî welatê ku piştevaniya wan dike zehmet e”.

Bextyar Talebanî li ser helwesta Hikûmeta Îraqê li bernaberî Îranê amaje da, “Ev cara yekê ye ku Hikûmeta Îraqê helwesteka ji vî rengî li bernaberî Îranê werdigire”.

Herwesa got, “Serokwezîrê Îraqê nûnerê xwe yê taybet şand cihê wê rûdanê û li Davosê hevdîtina Wezîrê Derve yê Îranê red kir, ev hemî helwestên tund ên Îraqê bûn li dijî Îranê”.

Zêdetir ron kir, “Kesatiyên siyasî yên îro yên Îraqê keftine bin hejmona Îranê û nikarin ji bin hejmona wê derbikevin, lê li dawiyê ew Îraqî ne û pê xweş nîne her li bin hejmona Îranê bimînin, lewma hindek caran helwesta xwe li beranberî binpêkirinên Îranê nîşan didin, gelek caran jî ji kiryarên Îranê dilgiran in lê nikarin dilgiraniya xwe diyar bikin”.