Segvan Sindî: Îran itîrafê bi lihevkirinên xwe yên bi Bexdayê re nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, “Îran rêzê li serweriya Îraqê nagire û itîrafê bi lihevkirinên xwe yên bi Bexdayê re nake”.
Endamê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê Segvan Sindî doh (Duşem, 22.1.2024) ji K24ê re ragehand, “Hêşta salek bi ser lihevkirina ewlehiyê ya navbera Îraq û Îranê re derbaz nebûye, lê Îranê ew lihevkirin binpê kir û bi rêya moşekbarankirina Hewlêrê êrîş kir ser serweriya Îraqê”.
Segvan Sindî tekez kir, “Îran bi çi rengan itîrafê bi serweriya Îraqê nake û rêzê li lihevkirinên xwe yên bi Îraqê re nagire”. Herwesa got, “Piştî êrîşkirina li ser mala Şêx Baz li sala 2022ê, her bi wî rengî gelek êrîşên dî jî kirine ser Herêma Kurdistanê”.
Navbirî herwesa behs kir, “Êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê ji derveyê hemî qanûn û bingeh û edetên navdewletî ne, xasma ku cihên sivîl dike armanc”.
Segvan Sindî amaje da, “Em dê sibe raporta xwe ya girêdayî êrîşa li ser mala Şehîd Pêşrew Dizeyî bidin Serokatiya Civata Nûnerên Îraqê ji bo ew jî bide destê Hikûmeta Îraqê û civîn li ser wê bê kirin û biryar li ser wê bê dan”.
Endamê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê pêşbînî kir ku Îraqê dê rengvedaneka astbilind nebe, wekî wê rengvedana ku Pakistanê li beranberî Îranê hebû, belkî biryar û rengvedanên wê dê her wekî çarenivîsa biryar û rengvedanên borî be.
Segvan Singî pêdivî dibîne ku Hikûmeta Îraqê serweriya xwe biparêze û ji bo wê meremê jî bi rêya Neteweyên Yekgirtî û Civata Ewlehiyê ya Navdewletî skalayê li ser Îranê tomar bike.