Li Diyarbekirê rojane 2 ton qedayîf tê çêkirin

Diyarbekir (K24) – Şîrînahiya qedayîfê ku şîrînahiya qeydkirî ya Diyarbekirê ye, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rastî eleqeyeke zêde tê. Li gorî agahiyên ku ji aliyê karsazên qedayîfê ve hatin ragihandin, di nav salekê de nêzîkî 900 ton qedayîfa Diyarbekirê hatiye firotin.

Qedayîfa Diyarbekirê ku di sala 2017an de li ser navê bajêr hatibû qeydkirin, li Diyarbekirê yek ji xwarinên taybet û sereke ye û çêkirina wê jî wekî çandekê berdewam dike. Qedayîfa ku ji 3-4 cureyên ar, şîr û avê tê hevîrkirin û 8 saetan tê rawestandin, êdî di nav destên hosteyan de teşe digire. Hosteyên qedayîfê, di derbarê vê şîrînahiya taybet de van agahiyan didin:

Hosteyê qedayîfê Fesîh Kan dibêje: “Qedayîfa Diyarbekirê, zivistanê zêdetir tê firotin. Hsvînê hinek kêm dibe. Lê di dema cejinan de kare me zêdetir dibe. Em 3 rojan li ser hev dixebitin, em bi zor pê re digihîjin. Niha jî em rojane 50-60 tepsiyan çêdikin.”

Li Diyarbekirê bi giştî 8 qedayîffiroşên navdar ku bi dehan sal in vî karî dikin hene û bi gelemperî rojê 2 ton qedayîfê çêdikin. Ji bo cejinên Remezan û Qurbanê û ji bo sersalê, ev hejmar rojane derdikeve 50 tonan û di nav sala par de 900 ton qedayîf li seranserê Diyarbekir, Bakûrê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê hat belavkirin. Her çiqas ji welatan daxwaz hebe jî heta niha pergala şandina şîrînahiyê ya derveyî welêt nehatiye damezirandin. Lê li gorî agahiyên ku rêveberên qada şîrînahiyê didin, piraniya kesên ku diçin derveyî welêt, wekî diyariya sereke, qedayîfê bi xwe re dibin.

Rêveberê kargeha Qqedayîfê Mehmet Emîn Turan dibêje: “Dikana me, 56 sal in vekirî ye. Cihê me yê hilberînê heye, me damezirandiye û em qedayîfê çêdikin. Em bi kargoyê jî dişînin, bi otobusan jî dişînin. Kî ji me daxwazê bike, em li vê derê hemû paket dikin û hem bi otobusan hem bi kargoyan dişînin.”

Dîroka şîrînahiya qedayîfê, digihîje sedsala 18an. Qedayîfa ku ji hosteyên Ermen ji bo Diyarbekirê mabû, wekî mîrate tê parastin û nav û dengê wê li cîhanê tê belavkirin.