Hefteya bê kompanyayên petrolê dest bi berhemanînê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Lijneya Ewlehî û Berevaniyê li Parlamana Îraqê ragihand ku Serokwezîr Elî Zeydî bi nivîsareka fermî garantiya ewlehiyê daye kompanyayên petrolê yên biyanî, û ji hefteya bê ve berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê tê destpêkirin.
Endamê Lijneya Ewlehî û Berevaniyê li Parlamana Îraqê Şêrwan Dûberdanî îro (Sêşem, 16ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê ragihand: "Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi nivîsareka fermî garantiya ewlehiyê daye kompanyayên petrolê."
Dûberdanî eşkere jî kir ku ji bo parastina jêrxaneya aborî û pîşesaziya petrolê, sîstema berevaniya esmanî li Hewlêrê tê binecihkirin. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser danana wê sîstemê razîbûna xwe diyar kiriye.
Li ser destpêkirina pêvajoya berhemanîna petrolê jî, Şêrwan Dûberdanî da zanîn: "Hefteya bê kompanyayên petrolê dê dest bi berhemanîna petrolê li zeviyên Herêma Kurdistanê bikin." Wî eşkere jî kir ku di qonaxa yekê de, kompanya dê her rojê 200 hezar bermîlên petrol berhem bînin.