Koçer Azad: Navendên karsaziyê ji bo karkirinê berê ciwanan didin kertê taybet

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Xwandina Bilind pirojeya damezrandina navendên karsaziyê bi cih tîne û Birêvebera Navendên Pêşxistinê li Wezareta Xwandina Bilind di vî warî de ji K24ê re ragehand, “Damezrandina navendên karsaziyê damezrandina biznis û dahatekê ji bo ciwanan e”. Herwesa got, “Ew navend ji bo karkirinê berê ciwanan didin kertê taybet”.
Birêvebera Navendên Pêşxistinê li Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma kurdistanê Koçer Azad ji K24ê re ragehand, “Eşkere ye ku ji piştî sala 2014ê were qeyrana darayî û siyasî bi ser Herêma Kurdistanê de girtiye, ji bo vê yekê jî Wezareta Xwandina Bilind li sala 2012ê navendên karsaziyê li nav wezaretê çalak kirin û niha li tevaya zanîngehên Kurdistanê çalak in”.
Herwesa got, “Eger rewş bi temamî asayî jî bibe, hikûmet nikare wê hejmara zêde ya derçûyan dabimezrîne. Li Herêma Kurdistanê her sal 40 hezar derçûyên zanîngeh û peyamngehan hene”.
Her dîsa amaje da, “Wekî Wezareta Xwandina Bilind du sedem ji bo damezrandina navendên karsaziyê hene; sedemek ew e ku berê ciwanan bide karkirina li kertê taybet û sedemek jî ew e ku hizira karsaziyê bixe serê ciwanan”.
Bi merema pêşxistina şiyanên dahênanan û karsaziyê li navendên xwandina bilind, Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî bi hevahengiya zanîngeha MITê ya Amerîkayê pirojeya damezrandina navendên karsaziyê xist warê bicihanînê.
Di pêngava yekê ya wê pirojeyê de, hejmareka mamostayên zanîngehên Kurdistanê ji aliyê şarezayên zanîngeha MITê ve rahênan kirin û erkê bicihanîna vê pirojeyê kiriye xema xwe.
Erkê wan navendan dê darêtina bernameya xwandina girêdayî rahênana û pêşxistina şiyanên karsaziyê li zanîngehên Kurdistanê be, ji bo ku bibe pareka piroseya xwandinê, herwesa ev navend ji bo vekirina korsên rahênanan û fêrkirina berdewam li ser dahênan û pêşxistina şiyanên karsaziyê kar dikin.