Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê û Supasalarê Tirkiyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê û Supasalarê Tirkiyeyê dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 7.2.2024) pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Supasalarê Tirkiyeyê Metin Gurak kir.
Her sibeha îro, seet 10:00 anku berî civîna wan bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re, Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê û Supasalarê Tirkiyeyê serdana Serokatiya Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan.