Li Diyarbekirê mamostayekî di otobêsê de qeyrana dilî derbas kir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di otobêseka rêwiyan a nav bajêr de rêwiyek nexweş ket û ajokarê otobêsê bi lezgînî ew gihand nexweşxaneyê.
Di otobêseka rêwiyan a navçeya Çinarê de, di dema rêwîtiyê de rêwiyek ku mamostatiyê dike nexweş ket.
Mamostayê bi navê Abdulah Şîmşek ê 32 salî bi awayeke lezgîn ji aliyê ajokar ve bo nexweşxaneyeke teybet a Diyarbekirê hat veguhastin û di wê demê de rêwî ji bo wî mamostayî bûn alîkar.
Hat zanîn ku wî mamostayî qeyrana dilî derbas kiribû û niha rewşa wî jî baş e.