Siyasetmedarekî AK Partiyê: Bangewazî ji bo hevdîtina Dem Partî û AK Partî hene

Mihemed Dara Akter
Mihemed Dara Akter

Diyarbekir (K24) – Piştî ku Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Dem Partî), namzedên şaredariyan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destnîşan kir, ev yek bû sedem ku di qada siyasî ya Diyarbekirê de nêrînên nû derkevin pêş. Siyasetmedarên Ak Partî, CHPê diyar dikin ku Dem Partiyê rêya tifaqan ji bo herdu aliyan jî vekirî hiştiye.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Dem Partî), 16 jê li bajarên mezin; li 56 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê namzedên şaredariyan destnîşan kir ku di 31ê Adara 2024an de bi girseyî tevlî hilbijartinan bibin. Siyasetmedarên Ak Partiyê didin zanîn ku divê di navbera Ak Partî û Dem Partiyê de dan û stendin çêbibin.

Rêveberê berê yê Ak Partiyê Mihemed Dara Akar ji K24ê re got: “Ev demeke dirêj e ku di navbera Dem Partî û hikûmetê de dan û stendin kêm bûn, lê wisa xuya dike ku di pêşerojê de dê di navbera Ak Partî û Dem Partiyê de dê hevdîtin çêbibin. Di vî warî de bangewazî jî hene. Bangewaziya Selahattîn Demîrtaş a ji bo hevdîtinên Ak Partî û Dem Partiyê jî erênî ye.”

Dem Partiya ku heta roja dawî rengê xwe nedabû der, hîn jî li hin deverên ku lê bi hêz e, di nav hewila havêtina gavên stratejîk de ye. Rêveberên Dem Partiyê yên Diyarbekirê jî diyar dikin ku pergala ku ew dişopînin, mînaka demokrasiyê ye.

Rêveberê di Dem Partiyê de Mehmet Karataş dibêje: “Lîsteya me, di nav siyaseta Tirkiyeyê de mînak bû. Ango me hemû namzedên xwe bi gel dan hilbijartin. Di warê xebatan de jî me xebatên xwe dane destpêkirin. Piştî ku endamên meclisa me jî diyar bûn, em ê derkevin kolanan û em ê buroyên xwe yên hilbijartinan vekin û pêvajoyê bimeşînin.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP), ji Dem Partiyê bi hêvî bû ku piştgiriya wan bike lê Dem Partiyê li Stenbolê namzedên xwe derxistin. Rêveberên CHPê yên Diyarbekirê jî amaje dikin ku hîn jî hegera lihevkirina Dem Partî û CHPê zêde ye.

Rêveberê berê yê CHPê Mehmet Şerîf Dogru diyar dike: “CHPê dixwest ku li hin bajaran li dijî Ak Partiyê tifaqê çêbike, lê piştî ku Dem Partiyê namzedên xwe derxistin, destên Ak Partiyê xurt kirin. Li cihên ku Dem Partî lê bi ser nakeve, namzedên xwe derdixe. Ev jî tê çi wateyê, yan dê CHP yan jî AK Partî li wan herêman bi ser bikeve. Lê heta niha jî CHPê li Esenler û Adalarê hîn jî namzedên xwe destnîşn nekiriye ku di hegera tifaqê de li ser were lihevkirin.”

Zelabûna namzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, di nav civakê bû sedem ku wekî tifaqa sergirtî ya CHP û Dem Partiyê were nirxandin. Lewra heger Başak Demîrtaş bibûya namzed, dê yek dengekî Dem Partiyê jî ji namzedê CHPê Ekrem Îmamoglû re neçûya.

Fly Erbil Advertisment