Rûmal

Şêrwan Şemêranî: Mesrûr Barzanî nerîna Kurdan li ser doza Filistînê bi awayekê fermî ragehand

Şêrwan Şemêranî
Şêrwan Şemêranî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekarekê siyasî amajeyê dide, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo cara yekê bi awayekê fermî nerîna Kurdan û Herêma Kurdistanê li ser doza Filistînê ji bo Ereban û serkirdeyên wan ragehand”.

Şirovekarê Siyasî Şêrwan Şemêranî îro (Duşem, 12.02.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Tiştê ku di gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî de li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bala mirovî dikêşe, ew e ku bi rengekê zelal behsa doza Filistînê kir û bi doza Kurdan û mafên wan ve girê da”.

Şêrwan Şemêranî herwesa amaje da, “Behskirina doza Filistînê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve amajeyê dide dozeka rewa ku Kurd bergiriyê ji bizava rizgarîxwaziya neteweyî dikin, ku wan bi xwe jî eynî dozê heye û bi tevavî hest bi mafên kesên din jî dikin”.

Wî şirovekarê siyasî her dîsa behs kir, “Heta niha Ereban bi wî rengî nerîna fermî ya Kurdan û Kurdistanê li ser doza gelekê wekî Filistînê nebihîstibû, lê Serokwezîr Mesrûr Barzanî nerîna Kurdan û Herêma Kurdistanê di wî warî de bi rengekê fermî gehand Ereban û serkirdeyên wan”.

Navbirî ron jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî wekî kesê yekê yê xwediyê biryarê li Herêma Kurdisatnê di gotara xwe de karî hemî wan tometan red bike yên ku ji aliyê cîranên Herêma Kurdistanê û medyayên wan ve taybet li ser pirs û doza Filistînê ji bo wê hatine çêkirin”.

Şêrwan Şemêranî herwesa got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa li gel behskirina doza Filistînê, bi awayekê nerasterast ji bo amadebûyîyan ragehand ku gelê Kurd jî ne tenê li Îraqê belkî li parên dî jî her eynî doza rewa heye”. Her dîsa jî got, “Ev pêşhateka nû ye û kesê yekê yê Herêma Kurdistanê ji bo amadebûyîyên wê lûtkeyê ragehand”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 12.02.2024) li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey gotareka giring pêşkêş kir û peyamek arasteyî hemî serkirdeyên cîhanê kir û ragehand, “Kurdan daxwazeka rewa ji bo mafê xwe yê çarenivîsê heye”. Herwesa bal kişand ser pirsên niha yên deverê û cîhanê jî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Bi dîtina min, li vê derê çar pêngav ji bo wê pêşkeftinê hene ya ku em hemî bizavê jê re dikin, ew jî ev in: seqamgiriya siyasî, ewlehî, pêşkeftina aborî û berhingarbûna guhertinên jîngehê. Ev çend pirsên aloz in, lê pêdivîtiya çarekirina wan jî bi rêbazên girêdayî her yek ji wan heye”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa rêzgirtina li mafên gelan de bi rengekê ron peyamek arasteyî cîhanê kir û ragehand, “Çi li ser astê kitekesan an jî li ser astê civakê, çavê gelên cîhanê li wê yekê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Mafê çarenivîsê palderekê serekî ye ji bo xwezaya mirovan, pêdivîtiya me bi dabînkirina jîngehekê heye ku welatî bikarin tê de bi asodeyî bijîn”.

Mesrûr Barzanî di pareka dî ya gotara xwe de behsa arêşeya Filistînê jî kir û ragehand, “Eger pêştir rêz li mafên wan ên bingehîn hatiba girtin, aloziyên niha çê nedibûn”. Herwesa got, “Em dikarin eynî pênaseyê ji bo gelê Kurd jî bikin. Me jî daxwazeka rewa ji bo biryardanê li ser mafê xwe yê çarenivîsê heye. Dost û hevpeymanên me itîraf bi wî mafî kiriye, lê di eynî demê de ji me re dibêjin, zerûretên siyasî astengan dixin di rêya arîkariyên wan de û rêyê li dadperweriya dîrokî digirin”.