Pêleke berf û baranê bi ser navçeyên Bakurê Kurdistanê de vegirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bajarên Rojavayê Tirkiyê, pêleke berf û baranbarînê bi ser Bakurê Kurdistanê de vegirtiye.

Baranbarîn li bajarên Antalya û Mêrsîn yên Tirkiyê bûn sedemê rabûna lehiyan û gelek tax û dever di bin avê de man. Pêla baran û berfê li Bakurê Kurdistanê bajarên Xarpêt û Dêrsimê jî girtine ber xwe.

Li Xarpêtê, av derbasî nava hejmarek malan bû. Li Dêrsimê jî piştî baranê, berf êdî dibare.

Li gor zanyariyan, li navçeya Îlîç ya Erzîncanê devera ku bûyera hezazê rûdabû baranê dest pê kiriye. Tirs heye ava jehrî derbasî nava ava çemê Firatê bibe ku 350 metroyan di nêzîkî cihê bûyerê re derbas dibe.

Li bajarê Rihayê îro di seetên serê sibê de barana gur barbû, lehî rabûbû û bandoreke neyînî li tevgera welatiyan kiribû.